Kurmanji (Roman script) Questions Worksheet / Pirs “Îsa Mesîh”

More editions from languages from AsiaKurdish

1. Îdî Îsa tê! (p.1-3)(Metta 3:1-17)

• Meriv çima li ber devê ç'êm t'op dibûn?

• Yûh'enna merivar'a çi got ku wan gerekê bikira, wekî bona hatina P'adşatîya Xwedê hazir bin?

2. Şer'ê nexuyayî (p.4-5)(Metta 4:1-12)

• R'uh'ê Pîroz pey nixumandinêr'a Îsa şande k'î derê?

• Îsa çi kir, gava Ew çolêda bû?

• Mîrêcin Îsa bi çi cûr'eyî cêr'iband?

• Îsa çawa caba mîrêcin dida?

3. De'wata li gundê Qanayê (p.6-7)(Yûh'enna 2:1-11)

• Îsa çima çû Qanayê?

• Îsa Qanayêda çi k'eremet kir?

4. Pey Min werin! (p.8-9)(Metta 4:12-22)

• Îsa çi ji Petrûs xwest ku bike? Gava Petrûs guh da Wî, gelo çi qewimî?

• Îsa got: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêç'îrvanêd meriva.» Gelo hûn çawa dikarin meriva bînin cem Mesîh?

5. Xwezilî (p.10-11)(Metta 5:1-16)

• Gelo merivêd ku bona P'adşatîya Xwedê cefa dik'işînin û têne zêrandinê wê bona vê yekê çi dua-dirozgê bistînin?

• Em gerekê hindava dijminêd xweda çawa bin?

6. Tu silamet bûyî! (p.12-13)(Lûqa 5:17-25, 6:6-11)

• Gelo em ji wan hevalêd  şilûşe't çi dikarin hîn bin?

• Ew her du tiştêd ferze, k'u Îsa bona yê şilûşe't kir, çi bûn? 

7. T'evî Îsa nava qeyikêda  (p.14-15)(Metta 8:23-27)

• Gava şagirt qeyîkêda bûn, çi hate serê wan?

• Îsa ew qewimandina çawa safî kir? Gelo tu çi dikarî derheqa qewata Îsada hîn bî?

8. Îsa yekî cinak'etî qenc dike (p.16-17)(Marqos 5:1-20)

• Gava ew gihîştine alîyê din, k'î r'astî wan hat? Gelo Îsa bona wî çi kir?

• Gelo Îsa çi ji wî merivî xwest ku bike?

9. Xizmetk'arî (p.18-19)(Metta 9:35-10:4)

• Îsa çû k'îderê ku dua bike? Gelo tu çi dersê jê dikarî hildî?

10. Îsa pênc h'ezara t'êr dike (p.20-21)(Yûh'enna 6:1-15)

• Îsa çawa dida k'ifşê, ku dilê Wî ser mêriv dişewite?

11. Hûn jî dixwazin her'in? (p.22-24)(Metta 14:22-33, Yûh'enna 6:22-40, 60-69)

Petrûs çima nuq dibû?

• Gava Îsa pirsa şagirtêd Xwe kir: «Dibe ku hûn jî dixwazin her'in?», wana çi cab dane Wî? Gelo tu çi dikarî jê hîn bî?

12. Xaçê xwe hildin ser xwe! (p.25)(Metta 16:13-28)

• Gava Îsa pirsa şagirtêd Xwe kir, ku ew çi difikirin Ew k'î ye, wana çi cab da?

• Gelo Îsa çi wanar'a dibêje, yêd ku dixwazin pey Wî bên?

13. Şikirdar bin! (p.26-27)(Lûqa 17:11-19)

• Gelo k'ê lava ji Îsa kir, ku Ew wî silamet ke?

• Gelo Xwedê çi dixwaze em bikin, gava Ew caba duayê me dide?

14. Bibine mîna zar'oka (p.28)(Lûqa 19:1-10, Metta 19:13-15)

• Serwêrêd jihûya çima nobedarîya Îsa dikirin?

15. Îsa Mesîh jîyînê dide (p.29-30)(Yûh'enna 11:17-44)

• Gava Îsa got: «Ez im r'ê, r'astî û jîyîn», gelo me'na vê çi bû?

16. Gere Ew bimire! (p.31-31)(Yûh'enna 11:45-54)

• Îsa k'î ji mirinê r'akir?

• Çima serwêrêd cihûya Îsa û şagirtêd Wîr'a ne qayl bûn?

17. R'ûnkirina Îsa (p.32-32)(Yûh'enna 12:1-11)

• Gava Meryemê nigêd Îsa r'ûn kir, Ewî çi got bona me'na vê r'ûnkirinê?

18. P'adşakî dilmilahîm  (p.33-34)(Lûqa 19:29-44)

• Çima Îsa li k'erê sîyarbûyî çû Orşelîmê?

• K'îjan berxa qurbanê dikare li ber gunêyêd me k'eve?

19. T'emizkirina P'aristgehê (p.35-36)(Lûqa 19:45-48)

• Gava Îsa k'ete p'aristgehê, çima Ew li meriva hêrs k'et? 

20. Nemamî! (p.37-38)(Metta 26:14-19)

• Bona p'era k'ê nemamîya Îsa kir ? 

21. Nigşûştin (p.39-40)(Yûh'enna 13:1-35)

• Me'na Cejina Derbazbûnê çi ye?

• Gelo gotina Îsa çawa tê fe'mkirinê: «K'î nava weda dixwaze bibe yê mezin, gere bibe berdestî»?

22. Nanê heleqetîyê (p.41)(Metta 26:26-30, Yûh'enna 13:34-38)

• Îsa got: «Hildin, ev nan bedena Min e», û «Eva k'asa peymana nû ye, ew pê xûna Min girêdayî ye». Me'na vê gotinê çi ye?

• Îsa çi gote şagirta ku wan gerekê bikira, wekî k'ifş bûya, ew bi r'astî bûne şagirtêd Wî?

23. Girtina Îsa (p.42-43)(Yûh'enna 14:1-31, Metta 26:36-56)

• Îsa çi gote wan, ku Bav Xwedê wê bida wan?

• Îsa got: «Ez im r'ê, r'astî û jîyîn». Gelo me'na vê çi ye?

24. Dîwana Mesîh (p.44-45)(Metta 26:57-75)

• K'îjan şagirtî got, ku ew Îsa nas nake?

• Gelo dibe, tu jî h'alekîda Îsa înk'ar dikî? 

25. Dîwana kuştinê (p.46-47)(Metta 27:11-30, Yûh'enna 18:28-40)

• Îsa çima hate girtinê?

26. R'îya xaçkirinê (p.48)(Yûh'enna 19:1-18)

• Gava Îsa hate xaçkirinê, Ewî bona mêriv ji Bav Xwedê çi hîvî kir?

• Em çi dikarin jê hîn bin?

27. Nifir' (p.49)(Metta 27:3-10, Lûqa 23:32-34)

• K’î bona p’ere Îsa da dest?

28. Mirina Îsa  (p.50-51)(Lûqa 23:32-46, Metta 27:46-50, Yûh'enna 19:25-30)

• Îsa k'îjan qaçaxîr'a soz da, ku wê t'evî Wî buhiştêda be? Çima?

29. Mesîh bû qurban (p.52)(Yûh'enna 19:31-42)

• Gotina Îsaye axirîyê berî mirina Wî çi bû?

30. Îsa zêndî ye (p.53-54)(Marqos 16:1-9, Yûh'enna 20:1-18)

• Gava k'ulfet r'oja sisîyada hatine ser t'irbê, milyak'et çi wanr'a got?

31. Îsa t'ev me ye (p.55)(Lûqa 24:13-43, Yûh'enna 20:19-29)

• Gava Îsa Meryemêr'a xuya bû, Ewî çi wêr'a got?

32. Her'in, h'emû mileta hîn kin! (p.56-57)(Yûh'enna 21:1-19, Metta 28:16-20)

• Îsa çi gote Petrûs û şagirtêd mayîn ku gerekê bikirana?

33. Şe'detî (p.58)(Karêd Şandîya 2:22-39)

• Gava şagirt bona dua hev civîya bûn, wana çi ji Xwedê stand? 

34. Xwedê ne dûr e (p.59)(Efesî 1:1-15)

• Çawa tê îzbatkirinê, ku Xwedê dinyayê h'iz dike?